Xewn û Xeyal li deriyên dilan dixe

Xewn û Xeyal li deriyên dilan dixe
Hunermend Memo Gul, bi amûrên ney, bilûr, tembûr, ûd, cumbuþ, dahol, bendîr, rîtim û piyano muzîkeke balkêþ pêþkêþ dike. Memo vê carê amûr ji bo xwe da dest û berhemek ensturmantal a bi navê Xewn û Xeyal derxist

Di hemû cîhanê de cihê muzîka ensturmantal cuda ye. Mînak, ka em bifikirin ka fîlmekî bê ensturmantal dê çawa bibe? Îro televîzyon di nûçeyên xwe de jî muzîkê didin. Di nav kurdan de jî girseyek mezin muzîka ensturmantal guhdar dike û albumên ensturmantal balê dikiþînin. Mînak, Dilþad Sêîd ?Awazê Kurdî? piþtî 1995?an derxist, lê guhdar hê jî ev berhem dipirsîn.
Hunermend Memo Gul jî cara duyemîn albumek ensturmantal derdixe. Navê albuma Memo Gul, ?Xewn û Xeyal? e. Ev album ji aliyê Mîr Multimediayê ve hat çapkirin. Di albumê de deh berhem hene ku 7 berhem bi taybetî muzîkên fîlman in. Lewma mirov dikare ji bo vê berhemê bêje, ?Ev album a muzîkên fîlman e.? Memo Gul, ji bo reklam, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj gelek muzîk amade kirine.

MEMO KÎ YE?
Memo Gul, di sala 1974?an de li Edeneyê hatiye dinyayê û li wir mezin bû. Malbata wî ji Bismila ser bi Amedê ye. Memo heta pola 2?yan lîseyê xwend. Ji 15 saliya xwe û vir ve di nava xebata muzîkê de ye. Amûra wî ya muzîkê ney e. Tevî vê yekê, li amûrên bilûr, tembûr, ûd, cumbuþ, dahol, bendîr, rîtim û piyano jî dixe. Li Edeneyê Koma Rewþen, li Amedê Koma Azad, li Stenbolê Koma Amed û li Dusseldorfê jî di navbera salên 1999 û 2002?yan de di nava Koma Çar Newa de cih girt. 
Memo, bi van komên muzîkê re ev album derxistin: ?Þemal? a Koma Azad, ?Agir û Mirov? û ?Dergûþ? ên Koma Amed û Sî ya Çar Newa. 
Hunermend, di sala 2002?yan de jî albumeke ensturmantal a bi navê ?Siya Evînê? derxist. Memo, heta niha di xebata bi sedan albumên muzîkê de wekî aranjor û muzîkjen cih girtiye.
SERPÊHATIYA MEMO
Hunermend Memo Gul dema behsa jiyana xwe ya miþt muzîk dike xwe wiha pênase dike: ?Ez di 15 saliya xwe de di 6 mehan de fêrî tembûr û orgê bûm û di komên dawetan de wekî orgvan xebitîm.? Memo di sala 1990?î de ku Tevgera Azadiya Kurdan ketibû Edeneyê ji tevgerê bi bandor dibe. Memo wiha behsa wan rojan kir: ?Em jî di bin bandora tevgerê de man. Me Koma Rewþen ava kir û li Çukurovayê em geriyan. Me wê demê þahiyan li dar dixist. 4-5 hezar kes tevli þahiyan dibûn. Em 3 roj li taxa Denîzlî û 3 roj jî li Daglioglu diman.?
Memo piþtî Edeneyê di 92?yan de dema ku Navenda Çanda Mezopotamyayê li Amedê tê vekirin berê xwe dide Ameda rengîn. Memo diyar kir ku ew tevli Koma Azad berê xwe dide Amedê û wiha axivî: ?NÇM?a Amedê di sala 1992?yan de hatibû vekirin û ez tevli Koma Azad çûm Amedê. Min li wir muzîk, çand û siyaseta kurdan baþ nas kir. Rojên dijwar bûn û carna di nava rojekê de du kes dihatin kuþtin. Îþkence dihat kirin, gund dihatin þewitandin. Di rewþeke wiha dijwar de pêkanîna hunerê zehmet bû, lê me di sala 1993?yan de kaseta ?Þemal? amade kir.?
Memo xebatên xwe yên muzîkê bi hînbûna estrumanên nû didomîne. Memo wiha behsa wan salan kir: ?Dema ku ez li Amedê bûm, min xwe hînî ney, cumbuþ û ûdê kir. Ev yek bala hevalan kiþand. NÇM?ê xwest ku ez biçim Stenbolê. Wê demê ez 17 salî bûm. Stenbol navendeke muzîkê bû. Bi hezaran kemanvan, tenbûrvan û her þêweyên muzîkê hebûn. Li Stenbolê, piþtî xebatên NÇM?ê û Koma Amed ez hatim Ewropayê. Di vê navberê da ez fêrî amûrên cuda jî bûm. Di sedan kaset û CD?an de keda min heye.?

Firaz BARAN - KOLN