Hamlet pižtī 400 salan bi kurdī axivī

Hamlet pižtī 400 salan bi kurdī axivī

Amed (Rūdaw) ? Līstika Hamlet ya nivīskarź navdar William Shakespeare ji aliyź žanogerźn Žaredariya Amedź ū Teatra Rast ve bi kurdī hate pźžandan. Pižtī 400 salan Hamlet cara yekemīn e bi cil ū berg, giyan ū axaftina xwe weke Kurdekī derdikeve ser dikź. Di līstikź de hin hunermend ū nivīskarźn kurd jī cih girtin.

Līstika Hamlet bi hevkariya Teatra Rast a Holandayź ū Žanoya Žaredariya Bajarź Mezin a Amedź ve hate ēźkirin. Derhźnerź Teatra Rast Celīl Toksoz derhźneriya vź līstikź kir. Līstik ji aliyź nivīskar Kawa Nemir ve hate wergerandin. Hunermend Rojda ū Gulseven Medar jī di līstikź de cih girtin. Līstik li Amsterdama Holandayź yekemīn car hate pźžandan. Līstik wź di rojźn pźž de li Stockholm ū Londonź jī bź pźžandan ū di 9ź Mijdarź de li Amedź derkeve ser dikź.

?Giyanź līstikź bi kurdī ye?

Helbestkar, ēīroknūs ū wergźr Kawa Nemir, ku di vź līstikź de weke bavź Hamlet cih digire,  derbarź līstikź de axivī. Kawa Nemir ku berź Romeo ū Juliet jī wergerandibū, diyar kir ku cara yekemīn e di dīroka Kurd ū Kurdistanź de ku Hamlet bi kurdī, bi giyana kurdī, bi cil ū bergźn kurdī tź līstin ū wiha got: ?Di dīrokź de cara yekemīn Hamlet bi kurdī tź pźžkźžkirin. Armanca me ewe ku Hamletź bi destź Kurdan hatibe ēźkirin ū pźžkźžī cīhanź ū Kurdistanź bikin.?

Li cīhanź qenaeta gižtī ev e ku Hamletek bi tenź tine ye, bi hezaran Hamlet hene. Ji ber ku līstik 400 sal berź hatiye nivīsandin, gellek welatźn cīhanź ev līstik li gorī xwe, li gorī serdema īro li ser dikź nīžan dane. Gellek kesźn ku bihīstin Hamlet bi kurdī derdikeve ser dikź, pirsa ?Gelo wź Hamletź bi kurdī ēawa be?? dikirin. Kawa Nemir li ser vź pirsź ev tižt gotin: ?Li ser Hamlet bi hezaran gotar, pirtūk hatine nivīsandin. Di her zimanī de herkes li gorī xwe adaptasyon dike. Me jī hewl da, di rejiya līstikź de me xwest em Hamletź kurd amade bikin. Li ser dikź zźdetir xeyala me ew bū ku em līstikź di serayeke kurdī de bilīzin, di qesreke kurdī de bilīzin. Dema me rahźnan dikir, Qesra Cizīra Botan ?Birca Belek? dihate bīra min. Bawer im em di vź žanoyź de bi ser ketin.?

?Līstik wź ji Bažūrź Kurdistanź re bibe mīnak?

Kawa Nemir destnīžan kir ku līstika Hamlet a bi kurmancī wź di dīroka žanoya kurdī de bibe mīladek ū nźrīna xwe wiha vegot: ?Ez bawer dikim ev Hamlet wź serź me betal neke. Em bi kelecaneke pirr mezin ketine. Ji bo wergeriya min ezmūneke pirr mezin e. Hamlet līstikeke zźde zźde giran e. Deqa teksta resen 4 saet ū nīv e. Me daxist 2 saetan. Ez di wź baweriyź de me ku Hamletź bi kurmancī wź ji bo zimanź me, ji bo pźžketina žanoya kurdī, ji bo Bažūrź Kurdistanź jī bibe nimūneyeke baž.


Rūdaw