Bi sedan karmendên BES?ê, bi dirûþma ?Jiyaneke mirovane mûçeyeke mirovane? nîv roj dev ji kar berdan. Karmendan li ber Midûriyeta Ewlehiya Civakî ya Amedê (SGK) ji bo þermezarkirina budçeya 2013?an govend girtin, tilîlî kiþandin û daxuyaniyek dan çapameniyê. Platforma Þaxan a KESK?ê jî piþtgirî da vê çalakiyê. Li ser navê karmendan Serokê Haber-Sen?a Amedê Saît Baran axivî. Baran, destnîþan kir ew ê li dijî þer, rant, talan û budçeyê dakevin qadan û dê dengê xwe bilind bikin. Piþtre Sekreterê BES?a Amedê Þoreþ Matlaþ axivî.
'Em vê budçeyê qebûl nakin'
Matlaþ, bal kiþand budçeya sala pêþiya me bêyî daxwaz û nêrîna karmendan hatiye amadekirin û wiha got: ?Hikûmeta budçeya 2013?an li gorî daxwazên dewlemendan amade kiriye. Dixwazin zirarên qeyrana aborî û þer careke din li ser piþta me karmend û karkeran derxin. Em vê budçeyê qebûl nakin û divê ev budçe demildest paþve bê kiþandin.?
Matlaþ, bal kiþand baca ku ji hejar û dewlemendan tê wergirtin yek e û xwest di bacê de rê û rêbazeke dadyane û wekhev bê dîtin.