Bertek nîþanî nelirêtiyê de

Bertek nîþanî nelirêtiyê de

Bertek nîþanî nelirêtiyê de

Li Karaz a Amedê ji bo kar 163 kesan serî li Îþkurê dabû; lê ji van 120 kesên ku raste rast xizmên rêveberên AKP?ê û alîgirên wan in hatine girtin. Lîsteya ku me bi dest xistibû û paþnavên kesên hatine girtin jî îdiaya piþtrast dikir ku tenê malbatên AKP?î hatine girtin

NAVENDA NÛÇEYAN / AMED

 

Li Karaz a Amedê ji bo kar 163 kesan serî li Îþkurê dabû; lê ji van 120 kesên ku raste rast xizmên rêveberên AKP?ê û alîgirên wan in hatine girtin. Lîsteya ku me bi dest xistibû û paþnavên kesên hatine girtin jî îdiaya piþtrast dikir ku tenê malbatên AKP?î hatine girtin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES) a Amedê Mehmet Karaaslan, der barê nelirêtiya ku li Karazê hatiye kirin û ji hêla rojnameya me ve hat îfþa kirin axifî. 
Karaaslan bibîr xist ku li Îþkurê wekî sendîka ew bi rêxistin in û bertek nîþanî nelirêtiyê da û wiha got: ?Ji berê ve li Îþkurê pirsgirêkên mezin hene. Me jî wek sendîka ev bi raya giþtî re parve kirine. Tê zanîn hefteya borî di navbera kedkarên sendikaya me û midûrê Îþkurê de pirsgirêkek mezin rû da. 4 hevalên me hatibûn derp kirin. Ji ber ku em li hember wan asteng in û ger em nebin dê hîn bi hêsanî li gor polîtîkayên AKP?ê tevbigerin êrîþ dibin ser me û kedkaran. Îþkur niha bi rastî ne Îþkur e. Mîna þaxa AKP?ê li Amedê dixebite. Em dizanin ku ji roja ev hatine ser kar heya îro karkerên ku di bin baneyê Îþkurê de digirin tev ji bo xizmetî AKP?ê bike digirin. Tiþtê niha li Karazê rû da ye jî; rast e heman tiþt e. Niha ev bi belgeyan derketiye holê. Esas operasyonên ku niha li bajarê Tirkiyeyê dest pê kiriye neçar e li vir jî dest pê bike.? 
Karaaslan diyar kir ku wekî sendîka ew jî li hember van nelirêtiya disekinin û wiha pê de çû: ?Bi rastî me berê jî hem bi partiyên siyasî re hem jî bi saziyên sivîl re rewþa Îþkura Amedê par ve kiribû. Me gotibû ev sazî ne ji bo gel, ji bo AKP?ê dixebite. Li ser vê yekê wek BES û KESK em ê li ser vê mijarê bisekinin tiþtê bikeve ser milê me em ê bikin. Divê gel jî hiþyar be û ew jî li hember van kirinan helwesta xwe nîþan bidin. Niha hilbijartin jî nêz dibe em dizanin dê ev nelirêtî zêdetir jî bibin.? 
Karaaslan diyar kir ku guherîna midûran ji wan re negirîng e û wiha got: ?Li gor me kî midûre kî ne midûr e ferq nake. Li gor me gelo wekhev nêzî mirovan dibe an nabe ev girîng e. Yê din jî xizmeta AKP?ê dikir ev jî. Lê dibe ku midûrê berê karê AKP?ê baþ bi cih nedianî lewma ew ji kar girtin.
 
QEYMEQAM XWE JI BINÎ DERXIST
Qeymeqamê Karaza Amedê Mehmet Çagri Ozpolat der barê nûçeya ku ji aliye me di 21.12.2013?an de wekî parlamenter û bernamzedên AKP?ê bi gef û darê zorê lîsteya Îþkurê ya xizmên xwe pê dane îmzekirin, peyamek ji me re þand. Ozpolat di peyama xwe de destnîþan dike ku ji aliyê tu parlamenteran ve gef lê nehatiye xwarin û girtina kar ya karkeran jî bi tu awayî wan girê nade. Lê qeymeqam der barê di lîsteya kar de ku piraniya wan ji heman malbatê ne, paþnavê wan yek e û ew malbat jî ji aliyê her kesî ve AKP?î tên zanîn û çend endamên wan malbatan jî bernamzedên AKP?ê yên Karazê ne tu agahî neda. 
Azadiya welat