DÎROKA KESK Û BESÊ
KURTEDÎROKA SENDÎKAYÊ
KURTEDÎROKA TEVGERA SENDÎKAYÊ
LI DINYAYÊ ;
Pêþketinên zanistî û teknolojîk ên ku di sedsala 18an de derketine holê rê li ber þoreþa bêþesaziyê(senayî) vekir. Ji ber ev pêþketinan jî çîna karkeran û sendîka derketine holê. Di demeke kurt diyar bû ku, yekîtiyên ku karker ji bo þert û mercên xebatê bên baþkirin ava kirine, têr nakin. Li Îngilîstanê bi navê ?Yekîtiya Mezin a Pîþeyên Yekbûyî ya Netewî? saziyeke hatiye ava kirin. Ev saziyê mirov dikare wekî destpêka sendikayê bipejirîne. Bi saya têkoþîna dijwar a ku li dijî çîna sermayedaran û hêza wan a siyasî hatiye dayîn. Di sala 1871an de sendîka di fermiyetê de hatine pejirandin. Ev pêvajo li welatên din jî bi heman þêweyê meþiyaye. Çîna sermayedaran ji bo tekedest(tekel) çêbe û rê li ber têkoþîna karkeran bigre hemû awayan têkoþiyaye. Li hemberê vê yekê jî karker saziyên xwe yên navnetewî ava kirine. Komeleya ku bi navê ?Komeleya Karkeran a Navnetewî?(Enternasyonala 1.) di sala 1864an de hatiye ava kirin, ji bo xebata navnetewî biye gava yekem. Ji ber þer û hin sedeman yekîtiyên ku hatine ava kirin bi awayeke demdirêj berdewam nekirine. Lê piþtê Þerê Duwem a Cîhanê li gorî þert û mercên nû, yekîtiyên nû hatine ava kirin. Her çi qas di sala 1945an de ?Federasyona Sendikayên Cîhanê? hatiye ava kirin jî, ev sazî ji hêla Emerîka, Îngilîstan sermayedarên tekedestparêz hatiye belav kirin. Bi propagandayên wekî ?Xeteraya Sovyetê?, ?Dij-komunîzm?ê stratejiya ?Þerê Sar? hate meþandin. Hin sendîkayên Emerîka û Îngilîstanê di bin bandora vê propagandayê de man û di sala 1949an de ?Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Azad ên Cihanê?(ICFTU) ava kirin. Guherîna civakî û siyasî ya piþtê Þerê 2. a Cihanê bi vê awayê bandora xwe li ser tevgera karkeran û sendîkayan kir. Rêxistinên navnetewî û herêmî (Emerîka, Asya, Ewropa, Emerikaya Latîn) ku derketine holê vêga jî bi ast û awayên cûrbecûr jiyana xwe didomînin. Lê belê piþtî salên 1990an ku bloka sosyalîst ruxiya naverok û rêvebirina van sendîkayan guhertin çêbûne.
LI TIRKIYÊ
Di sala 1871an de li Stenbolê avabûna Cemiyeta Emeleperwer û greva karkerên tersaneyan a ku di sala 1874an de hatiye li dar xistin ji bo rêxistina çînayetî gavên yekem in. Piþtî van gavan di sala 1895an de cemiyeta veþarî ya bi navê Cemiyeta Emeleyên Osmanî hatiye ava kirin, biye berdewama ew gavên pêþîn. Bi îlankirina meþrûtiyetê ya di sala 1908an de karkeran lez dan rêxistinbûyînê, lê di îlona 1908an bi rêya qanûnan di warê xebatên fermî de mafên sendîka û grevê hatin qedexe kirin. Ev helwest bû sedema avakirina partiyên ku maf û berjewendiyên karkeran diparêzin. Li hemberî qedexeya grevê karkeran grevên bi bandor li dar xistin.
Di heman salan(Serdema Meþrûtiyeta 2.) de, di serî de mamoste, kedkarên ku di statuya memûriyê de ne, bi rêya komeleyan dest bi xebatên rêxistinê kiribûn. Lê mixabin ji ber Þerê 1.a Cîhanê ev rêxistinên karker û kedkaran lawaz man. Piþtî þer, karker bi pîrozbahiyên Yekê Gulanê hiþmendiya çînayetî zêde kirin. Li Stenbol û Enqerê jî mamosteyên ku mehaneyên xwe nedikarin bigrin, grevan li dar xistin. Yekîtiya Ameleyên Giþtî, li Kongreya Aborî ya Îzmîrê de nûnertiya karkeran kir(1923). Piþtî ku Qanûna Takrîrî Sukûn di sala 1925an de derket zextên li ser karker û kedkaran zêde bûn. Li hemberî van zextan jî karmendên telgrafên grevê pêk anîn. Di wan salan de her çi qas, di qanûnan de tu astengî tunebe jî karker û karmend ji bo maf û berjewendiyên xwe yên çînayetî, rêxistinên nû ava ne kirin. Bi piranî wekî kooperatîf û komeleyan xwe bi rêxistin kirine. Lê ev sazî di bin kontrola dewletê de bûn. Piþtî ev serdema ku rêxistinên karkeran bi awayeke pratîkî dihate asteng kirin, di serdema ?Rêveberiya Yek-Partî? de(1938) bi rêya ?Qanûna Cemîyetan? komeleyên ku li ser esasên çînî hatine ava kirin, hatiye qedexe kirin. Di sala 1946an de ev qedexe hate rakirin. Ji ber vê yekê jî gelek sendikayên serbixwe hatin ava kirin. Di sala 1947an de hate xwestin ku bi rêya ?Qanûna Sendîkayan? bê birîn. Sendîka û federasyonên ku mafên wan ên grevê û bazara giþtî tune ye TURK-ÎÞ?ê ava kirin, di sala 1952an de. Makezagona 1961an mafên grev û hevdîtinên giþtî, da karkeran. Di sala 1967an de hin sendîka ji ber ku TURK-ÎÞ polîtîkayên sermayedaran dimeþîne qetiyan û bi navê DÎSK?ê(Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Þoreþger) ava kirin. Ji ber ku DÎSK di nav karkeran de rêxistinbûyîneke baþ pêk anî û tevgerekî têkoþer ya sendîkayan derxiste holê, Meclîsa Tirkiyê xwest ku li hemberê DÎSK?ê qanûnê derxîne. Lê karker di 15 û 16ê Hezîrana sala 1970an de greveke li dar xistin. Ev çalakî di dîroka nêz ya Tirkiyê de çalakiyeke pir girîng bû û bi saya vê grevê qanûn paþ ve hatiye kiþandin
Di sala 1976an de HAK-ÎÞ û di sala 1979an de jî MSK hate ava kirin. DÎSK jî li dijî avakirina Dadgeha Ewlekariya Dewletê(DGM) berxwedaneke bi bandor nîþan da, di sala 1976an de. Ji wê salê þûn de her sal di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de bi sedhezaran karker li hev civand. Piþtî ku Cuntaya 12ê Îlonê pêk hat DÝSK hate girtin û rêveberên wê hatin darizandin. Hin rêveberên TURK-ÎÞ?ê di hikumeta cûntayê de bûn wezîr. Cûntayê HAK-ÎÞ?ê girt bin kontrola xwe û dû re jî hîþtin xebatên xwe bimeþîne. Xebatên MÎSKê jî di serî de hate rawestandin lê paþê berdewam kir. Di sala 1987an de navê xwe guherand û kir YÛRT-ÎÞ. Di sala 1988an de hate girtin.
KEDKARÊN GÝÞTÎ
Di heyama Rêveberiya Yek-Partî de rêxistinên karmendan nikaribûn hebûna xwe nîþan bidin. Lê piþtî 1946an hêdî hêdî derketin holê. Komeleyên mamosteyan bi navê Federasyona Netewî ya Komeleyên Mamosteyan (Öðretmen Dernekleri Milli Federasyonu) federasyonekî ava kirin. Makezagona 1961 mafê sendîkayê dabû karker û karmendan. Qanuna hejmar 624an (Qanûna Sendîkayên Personelên Dewletê) a ku di sala 1965an de derketibû ji bilî mafên grev û peymana giþtî, mafên din dabûn karker û karmendan. Ji ber vê yekê enflasyona sendîkayan çêbûn û gellek sendîka derketên holê. Heta sala 1971ê nêzî 600 heb sendîkayên karmendan ava bûn. Hin sendîka bi navê Konfederasyona Sendikaya Personelên Giþtî ya Tirkiyeyê (Kamu Personeli Sendikalarý Konfederasyonu), hin sendîka jî bi navê Konfederasyona Sendîkayên Personelên Sazî û Teþebusên Dewletê (Türkiye Devlet Teþekkül ve Teþebbüsleri Personel Sendikalarý Konfederasyonu) konfederasyonan ava kirin. Ev sendîkayên wê heyamê bêbandor û lawaz bûn. Lê di sala 1969an de, TÖS(Sendikaya Mamosteyan a Tirkiyeyê) û T.ÎLK-SEN(Sendîkaya Mamosteyên Dibistanên Sereta ya Tirkiyeyê) greva ku li dar xistibûn û çar roj berdewam kiribû balê kiþandine ser xwe. Di wê heyamê de bi qasî 160 hezar mamoste hebûn li Tirkiyê û ji wan 110 hezar mamoste tevlî vê grevê bûn. Ev grev di dîroka çîna karkeran de mînakeke baþ e ji bo têkoþîna legal.
Piþtî Cuntaya 12 Adara 1971an xala 46ê ya Makezagonê hate guhertin di þûna peyva ?xebatkar?an peyva ?karker? hatiye bi kar anîn. Bi vê guhertinê jî karmend mafên xwe yên sendîka û mafên xwe yên endamtiya partiyan wenda kirin. Bi xala demdar a 16. a Makezagonê sendîkayên heyî hatin qedexe kirin xebatên wan jî hatin rawestandin.
Piþtî ku mafên sendîkayan hat qedexe kirin heta sala 1980ê pêvajoya komeleyan berdewam kir. Li þûna TÖS û T.ÎLK-SENê TÖB-DER hate ava kirin. Her wiha TUM-DER û MEM-DER ji bo hemû karmendan hatin ava kirin. Ji bilî van komeleyan komeleyên wekî TÜS-DER, ROL-DER, ENERJÎ-DER, TÜM SAÐLIK- DER, TÜMAS, TÜM-ÖD, TRT-DER, GENEL-DER, EGO-DER, DDY-DER, TEK-DER, SAYIÞTAY-DER hatibûn ava kirin. ji bo têkoþîna kamendan têk here komeleyên wekî POL-BÎR, Komeleyên Karmendên Akincî (Akýncý Memurlar Derneði), Komeleya Yekhêz a Karmendên Ulkucî (Ülkücü Kamu Görevlileri Güç Birliði Derneði) hatibûn ava kirin. Cuntaya 12 Îlonê derbeyên giran him li rêxistinên karker û kedkaran him jî rêxistinên komeleyên karmendan xist. Ji ber xebatên xwe yên sendîkayê ketin girtîgehan. Zext û zorên giran li ser karmendan hatin meþandin. Mal û milkên komeleyan ji aliyê dewletê ve hate desteser kirin. Makezagona 1982an mafê sendîkayê tenê didan karker û karsazan lê ji bo karmendan qedexe kiribû
?Platforma Sendîkayan ya Xebatkarên Giþtî? ji sendîkayên wekî Tüm Maliye-Sen, Tüm Saðlýk-Sen, Tarým-Sen, Hava-Sen, Tüm Haber-Sen, Enerjî-Sen, Yapý-Yol-Sen, Turizm-Sen, Tüm Sosyal-Sen, Tüm Yargý-Sen, Tüm Enerjî-Sen, Kültür-Sen, Banka-Sen, Emeklî-Sen, ÖES, Tüm Ray-Sen, Demîryol-Sen pêk hat. Hin sendîka jî di rêbertiya EÐÎTÎM-ÎÞê de ?Komîteyên Hevrêziyê? damezrandin. Lê her çi qas ev sendîka dixwestin ku siyaseteke serbixwe bimeþînin û di nav gel de zêdetir cihê xwe bigrin jî dijxebatên dewletê jî hebûn. Di wan rojên ku kedkarên bi þîara ?Maf nayê dayîn, tê girtin? sendîkayan di damezrandin an jî mohrên ku li ser deriyên sendîkayên wan hildiqetandin, derdora ?Veqfa Xebatkarên Giþtî ya Tirkiyeyê? (Türkiye Kamu Çalýþanlarý Vakfý) ku mafên sendîkayê heta wê rojê mafekî ne rewa didîtin ji niþkeva de KonfederasyonaT.KAMÛ-SENê ava kirin (1992). Ev konfederasyon di bin bandora dewletê de bûn û siyaseteke neteweperest dimeþandin. Di sala 1995an de jî konfederasyona fûndementalîst hate ava kirin. KÇSP li hemberî zamên kêmrêje, di 3 tîrmeha sala 1991ê de meþeke li dar xist. Piþtî vê meþê navenda EÐÎT-SENê ji hêla wîlayeta Enqerê ve hate girtin. Têkoþîna Kedkarên Giþtî her ku diçû bihêztir dibû. Kedkaran vê mohrê ji ser sendîkaya xwe rakirin. Di 21 berfanbara sala 1992ê de bi tevlîbûna gelek kedkaran heta avahiya serokwezîr meþekî li dar xistin. Di 13ê gulan a 1992an de ji bo protestokirina mehaneyên kêm bordro hatin þewitandin. Her çi qas zext û zorên li ser kedkaran berdewam dikirin jî li Meclîsa Tirkiyê peymanên hejmar 87 û 151an ên ILO hatin pejirandin. 15ê Hezîran a 1993ê mîtîngên herêmî, 27ê Hezîran a 1993ê Meþa Enqerê hate li dar xistin. Ev feraseta nû ya sendîkayên karmendan ji bo sendîkayan jî bû mînak. Sendîkayên karkeran jî lez dan xebatên xwe. Di roja 3ê rêbendan a 1994an de greva giþtî ya hemû xebatkaran pêk hat. Ji ber vê grevê mehaneyên karmendan ji % 5 hate zêde kirin. Her wiha di meha nîsanê de jî rêzeçalakî hatin li dar xistin. 16 û 17 hezîran a 1995an li qada Kizilaya Enqerê ji aliyê kedkaran ve du roj hate dagir kirin. Bi vê çalakiyê hate diyar kirin wê kedkar sendîkaya bê mafê grev û hevdîtinên giþtî qebûl nekin. Qanûna ku di rojeva meclîsê de bû paþ ve hate kiþandin.
Di 13ê tîrmeha sala 1995an de di xala 53 ya makezagonê hate guhertin. Bi vê guhertinê kedkarên giþtî mafê sendîkayê bi dest xistin. Mafê sendîkayê kedkaran di asta makezagonê hate pejirandin.
KÇSP(Konfederasyona Sendikaya Personelên Giþtî ya Tirkiyeyê) û Komîteyên Yekrêzîyê ji aliyekî de ji bo ji bo yekîtiyê hevdîtinan pêk dianîn ji aliyekî din de jî sendîkayên ku di heman sektorê de xebatên xwe dimeþandin dibûn yek sendîka. Di heman demê de Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giþtî hate damezrandin(08.12.1995). Ji ber ku dewlet, derdorên desthilatdariyê û kesên rêvebir; nedixwestin mafên sendîka û greva giþtî hebe û sendîka serbixwe bin di sala 1998an de qanûnekî hanîn rojeva meclîsê. Kedkar di 4 û 5ê adara 1998an de berxwedan û çalakiyên girîng li dar xistin. Ji ber vê berxwedanê ev qanûn paþ ve hate kiþandin. Lê mixabin her çi qas KESK(Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giþtî) û kedkar li ber xwe dan jî, di sala 2001an de qanûna hejmar 4688, ji meclisê derbas bû. Li gorî vê qanûnê sendîka nedikaribûn greva giþtî pêk bînin û hevdîtinên giþtî bikin bi hikmetê re.
DÎROKA BES?Ê Û KARGEH
Mixabin, di derheqê sendîkaya me BESê de lêkolînên fireh çênebûne. Dema ku mirov li cihên kar ên BES li wan xebatên xwe dimeþîne bigre ber çavan dîroka sendîkaya heta dema Meþrûtiyeta II. paþ ve diçe. Di salên 1900î de kedkarên ku di wan kargehan de dixebitiyan wekî komele xebatên xwe dimeþandin. Mirov wan komeleyan wekî destpêka sendîkaya me qebûl bike.
Di navbera salên 1965 û 1971an de ji 30î zêdetir sendîka hatine damezrandin. Hejmarên endamên van sendîkayan bi gelenperî ji sedî derbas nedikirin. Di derheqê xebatên van sendîkayan agahiyên me pir kêm in.
Her çi qas di derheqê xebatên van sendîkayan agahiyên me yên zêde tunebin jî, em dizanin ku karmendên SSKyê xwe wekî karker qebûl kirine û sendîkaya SOSYAL-ÎÞê ava kirine. Ev sendîka di sala 1967î de sê mehan bi 10 hezar xebatkarî re grevekî pêk aniye.
Xebatkarên giþtî di sala 1990î de dema ku xwestin ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, xwe li gorî beþên kar xwe rêxistin kirin. Hejmarekî kêm sendîka xwe li gorî sazî û kargehan xwe rêxistin kirin. Li ser bingeheke meþrû bi awayeke pratîkî Tüm Malîye-Sen (03.02.1992), Tüm Yargý-Sen (17.02.1992), Tüm Sosyal-Sen (11.05.1992), Turîzm-Sen (28.09.2992), Emek-Sen (12.11.1992), Tüm Banka-Sen (03.08.1993) ava kirin. Bi tesîra avabûna KESKê ku armanca wê yekîtiya sendîkayan bû li þaxê xizmetê ya kar de, BES di 22ê Hezîran a 1998an de hate ava kirin. Emek-Sen, Turizm- Sen û Tüm Maliye-Sen di kongreyên xwe de biryar dan ku tevlî BESê bibin. Piþtî ku qanûna hejmar 4688an jî derket Tüm Sosyal-Sen, Tüm Banka-Sen û Tüm Yargý-Sen tevlî BESê bûn. BES, hemû sendîkayên navborî di bin bana xwe de kir yek û vêga li 45 saziyê xebatên xwe dimeþîne
Werger: Qedrî Nêçîrvan