Xewn û Xeyal li deriyên dilan dixe

02.12.2012 15:00
Hunermend Memo Gul, bi amûrên ney, bilûr, tembûr, ûd, cumbuş, dahol, bendîr, rîtim û piyano muzîkeke balkêş pêşkêş dike. Memo vê carê amûr ji bo xwe da dest û berhemek ensturmantal a bi navê Xewn û Xeyal derxist

Di hemû cîhanê de cihê muzîka ensturmantal cuda ye. Mînak, ka em bifikirin ka fîlmekî bê ensturmantal dê çawa bibe? Îro televîzyon di nûçeyên xwe de jî muzîkê didin. Di nav kurdan de jî girseyek mezin muzîka ensturmantal guhdar dike û albumên ensturmantal balê dikişînin. Mînak, Dilşad Sêîd ?Awazê Kurdî? piştî 1995?an derxist, lê guhdar hê jî ev berhem dipirsîn.
Hunermend Memo Gul jî cara duyemîn albumek ensturmantal derdixe. Navê albuma Memo Gul, ?Xewn û Xeyal? e. Ev album ji aliyê Mîr Multimediayê ve hat çapkirin. Di albumê de deh berhem hene ku 7 berhem bi taybetî muzîkên fîlman in. Lewma mirov dikare ji bo vê berhemê bêje, ?Ev album a muzîkên fîlman e.? Memo Gul, ji bo reklam, belgefîlm û fîlmên metrajdirêj gelek muzîk amade kirine.

MEMO KÎ YE?
Memo Gul, di sala 1974?an de li Edeneyê hatiye dinyayê û li wir mezin bû. Malbata wî ji Bismila ser bi Amedê ye. Memo heta pola 2?yan lîseyê xwend. Ji 15 saliya xwe û vir ve di nava xebata muzîkê de ye. Amûra wî ya muzîkê ney e. Tevî vê yekê, li amûrên bilûr, tembûr, ûd, cumbuş, dahol, bendîr, rîtim û piyano jî dixe. Li Edeneyê Koma Rewşen, li Amedê Koma Azad, li Stenbolê Koma Amed û li Dusseldorfê jî di navbera salên 1999 û 2002?yan de di nava Koma Çar Newa de cih girt. 
Memo, bi van komên muzîkê re ev album derxistin: ?Şemal? a Koma Azad, ?Agir û Mirov? û ?Dergûş? ên Koma Amed û Sî ya Çar Newa. 
Hunermend, di sala 2002?yan de jî albumeke ensturmantal a bi navê ?Siya Evînê? derxist. Memo, heta niha di xebata bi sedan albumên muzîkê de wekî aranjor û muzîkjen cih girtiye.
SERPÊHATIYA MEMO
Hunermend Memo Gul dema behsa jiyana xwe ya mişt muzîk dike xwe wiha pênase dike: ?Ez di 15 saliya xwe de di 6 mehan de fêrî tembûr û orgê bûm û di komên dawetan de wekî orgvan xebitîm.? Memo di sala 1990?î de ku Tevgera Azadiya Kurdan ketibû Edeneyê ji tevgerê bi bandor dibe. Memo wiha behsa wan rojan kir: ?Em jî di bin bandora tevgerê de man. Me Koma Rewşen ava kir û li Çukurovayê em geriyan. Me wê demê şahiyan li dar dixist. 4-5 hezar kes tevli şahiyan dibûn. Em 3 roj li taxa Denîzlî û 3 roj jî li Daglioglu diman.?
Memo piştî Edeneyê di 92?yan de dema ku Navenda Çanda Mezopotamyayê li Amedê tê vekirin berê xwe dide Ameda rengîn. Memo diyar kir ku ew tevli Koma Azad berê xwe dide Amedê û wiha axivî: ?NÇM?a Amedê di sala 1992?yan de hatibû vekirin û ez tevli Koma Azad çûm Amedê. Min li wir muzîk, çand û siyaseta kurdan baş nas kir. Rojên dijwar bûn û carna di nava rojekê de du kes dihatin kuştin. Îşkence dihat kirin, gund dihatin şewitandin. Di rewşeke wiha dijwar de pêkanîna hunerê zehmet bû, lê me di sala 1993?yan de kaseta ?Şemal? amade kir.?
Memo xebatên xwe yên muzîkê bi hînbûna estrumanên nû didomîne. Memo wiha behsa wan salan kir: ?Dema ku ez li Amedê bûm, min xwe hînî ney, cumbuş û ûdê kir. Ev yek bala hevalan kişand. NÇM?ê xwest ku ez biçim Stenbolê. Wê demê ez 17 salî bûm. Stenbol navendeke muzîkê bû. Bi hezaran kemanvan, tenbûrvan û her şêweyên muzîkê hebûn. Li Stenbolê, piştî xebatên NÇM?ê û Koma Amed ez hatim Ewropayê. Di vê navberê da ez fêrî amûrên cuda jî bûm. Di sedan kaset û CD?an de keda min heye.?

Firaz BARAN - KOLN
yorum ekle

Yorum Yaz

Diğer Haberler

  • BÜRO EMEKÇİLERİNİN ONURLU...

    Büro Emekçilerinin Onurlu Sesi BES 26 Yaşında…İnsan Onuruna Yaraşır Çalışma ve Yaşam Mücadelemizde Nice Nice Yıllara…Büro Emekçileri Sendikası olarak ...

  • KHK'LER GİDECEK, BİZ KALA...

    Amed KESK Şubeler Platformu olarak her hafta düzenlediğimiz "KHK'ler Gidecek, Biz Kalacağız" basın açıklamamızın 64. nü Ofis Hazal Park'ta gerçekl...

  • BES' İN 24. KURULUŞ YILDÖ...

    BÜRO EMEKÇİLERİNİN ONURLU SESİ BES 24 YAŞINDA…İnsan Onuruna Yaraşır Çalışma ve Yaşam Mücadelemizde Nice Nice Yıllara…Büro Emekçileri Sendikası olarak ...

  • TALEPLERİMİZ İÇİN 23 HAZİ...

    23.06.2022 BASINA VE KAMUOYUNA   Değerli Basın Emekçileri, Sevgili Mücadele Arkadaşlarım;  1990 yılınd...

  • İHRAÇ ÜYELERİMİZ İLE BİRL...

    30.01.2022Dayanışmaya her zamankinden daha çok ihtiyaç duyulan bu dönemlerde ihraç üyelerimiz ve işyeri temsilcilerimizle sendikada son dönem ge...

  • İNSANCA YAŞAYACAK ÜCRET İ...

    14.01.2022 GEÇİNEMİYORUZ! İNSANCA YAŞAMAYA YETECEK BİR ÜCRET İÇİN BORDROLARIMIZI YAKIYORUZ!   Değerli Basın Emekçileri; Bi...

  • GEÇİNEMİYORUZ...

    İNSANCA YAŞAMAYA YETECEK ÜCRET İSTİYORUZ!#GEÇİNEMİYORUZ18.12.2021  “İşsizliğe, Yoksulluğa Hayır! Emekten, Halktan Yana Bütçe İstiyoruz!” şia...

  • İNSANCA BİR YAŞAM İSTİYOR...

    KESK'in 18 – 20 Ağustos 2021 tarihinde, “İnsanca Bir Yaşam, Demokratik, Grevli Toplu Sözleşme İçin Mücadeleyi Birlikte Büyütüyoruz!” talebiyle Batm...