Bertek nîşanî nelirêtiyê de

22.12.2013 14:00

Bertek nîşanî nelirêtiyê de

Li Karaz a Amedê ji bo kar 163 kesan serî li Îşkurê dabû; lê ji van 120 kesên ku raste rast xizmên rêveberên AKP?ê û alîgirên wan in hatine girtin. Lîsteya ku me bi dest xistibû û paşnavên kesên hatine girtin jî îdiaya piştrast dikir ku tenê malbatên AKP?î hatine girtin

NAVENDA NÛÇEYAN / AMED

 

Li Karaz a Amedê ji bo kar 163 kesan serî li Îşkurê dabû; lê ji van 120 kesên ku raste rast xizmên rêveberên AKP?ê û alîgirên wan in hatine girtin. Lîsteya ku me bi dest xistibû û paşnavên kesên hatine girtin jî îdiaya piştrast dikir ku tenê malbatên AKP?î hatine girtin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES) a Amedê Mehmet Karaaslan, der barê nelirêtiya ku li Karazê hatiye kirin û ji hêla rojnameya me ve hat îfşa kirin axifî. 
Karaaslan bibîr xist ku li Îşkurê wekî sendîka ew bi rêxistin in û bertek nîşanî nelirêtiyê da û wiha got: ?Ji berê ve li Îşkurê pirsgirêkên mezin hene. Me jî wek sendîka ev bi raya giştî re parve kirine. Tê zanîn hefteya borî di navbera kedkarên sendikaya me û midûrê Îşkurê de pirsgirêkek mezin rû da. 4 hevalên me hatibûn derp kirin. Ji ber ku em li hember wan asteng in û ger em nebin dê hîn bi hêsanî li gor polîtîkayên AKP?ê tevbigerin êrîş dibin ser me û kedkaran. Îşkur niha bi rastî ne Îşkur e. Mîna şaxa AKP?ê li Amedê dixebite. Em dizanin ku ji roja ev hatine ser kar heya îro karkerên ku di bin baneyê Îşkurê de digirin tev ji bo xizmetî AKP?ê bike digirin. Tiştê niha li Karazê rû da ye jî; rast e heman tişt e. Niha ev bi belgeyan derketiye holê. Esas operasyonên ku niha li bajarê Tirkiyeyê dest pê kiriye neçar e li vir jî dest pê bike.? 
Karaaslan diyar kir ku wekî sendîka ew jî li hember van nelirêtiya disekinin û wiha pê de çû: ?Bi rastî me berê jî hem bi partiyên siyasî re hem jî bi saziyên sivîl re rewşa Îşkura Amedê par ve kiribû. Me gotibû ev sazî ne ji bo gel, ji bo AKP?ê dixebite. Li ser vê yekê wek BES û KESK em ê li ser vê mijarê bisekinin tiştê bikeve ser milê me em ê bikin. Divê gel jî hişyar be û ew jî li hember van kirinan helwesta xwe nîşan bidin. Niha hilbijartin jî nêz dibe em dizanin dê ev nelirêtî zêdetir jî bibin.? 
Karaaslan diyar kir ku guherîna midûran ji wan re negirîng e û wiha got: ?Li gor me kî midûre kî ne midûr e ferq nake. Li gor me gelo wekhev nêzî mirovan dibe an nabe ev girîng e. Yê din jî xizmeta AKP?ê dikir ev jî. Lê dibe ku midûrê berê karê AKP?ê baş bi cih nedianî lewma ew ji kar girtin.
 
QEYMEQAM XWE JI BINÎ DERXIST
Qeymeqamê Karaza Amedê Mehmet Çagri Ozpolat der barê nûçeya ku ji aliye me di 21.12.2013?an de wekî parlamenter û bernamzedên AKP?ê bi gef û darê zorê lîsteya Îşkurê ya xizmên xwe pê dane îmzekirin, peyamek ji me re şand. Ozpolat di peyama xwe de destnîşan dike ku ji aliyê tu parlamenteran ve gef lê nehatiye xwarin û girtina kar ya karkeran jî bi tu awayî wan girê nade. Lê qeymeqam der barê di lîsteya kar de ku piraniya wan ji heman malbatê ne, paşnavê wan yek e û ew malbat jî ji aliyê her kesî ve AKP?î tên zanîn û çend endamên wan malbatan jî bernamzedên AKP?ê yên Karazê ne tu agahî neda. 
Azadiya welat
 
yorum ekle

Yorum Yaz

Diğer Haberler

  • BÜRO EMEKÇİLERİNİN ONURLU...

    Büro Emekçilerinin Onurlu Sesi BES 26 Yaşında…İnsan Onuruna Yaraşır Çalışma ve Yaşam Mücadelemizde Nice Nice Yıllara…Büro Emekçileri Sendikası olarak ...

  • KHK'LER GİDECEK, BİZ KALA...

    Amed KESK Şubeler Platformu olarak her hafta düzenlediğimiz "KHK'ler Gidecek, Biz Kalacağız" basın açıklamamızın 64. nü Ofis Hazal Park'ta gerçekl...

  • BES' İN 24. KURULUŞ YILDÖ...

    BÜRO EMEKÇİLERİNİN ONURLU SESİ BES 24 YAŞINDA…İnsan Onuruna Yaraşır Çalışma ve Yaşam Mücadelemizde Nice Nice Yıllara…Büro Emekçileri Sendikası olarak ...

  • TALEPLERİMİZ İÇİN 23 HAZİ...

    23.06.2022 BASINA VE KAMUOYUNA   Değerli Basın Emekçileri, Sevgili Mücadele Arkadaşlarım;  1990 yılınd...

  • İHRAÇ ÜYELERİMİZ İLE BİRL...

    30.01.2022Dayanışmaya her zamankinden daha çok ihtiyaç duyulan bu dönemlerde ihraç üyelerimiz ve işyeri temsilcilerimizle sendikada son dönem ge...

  • İNSANCA YAŞAYACAK ÜCRET İ...

    14.01.2022 GEÇİNEMİYORUZ! İNSANCA YAŞAMAYA YETECEK BİR ÜCRET İÇİN BORDROLARIMIZI YAKIYORUZ!   Değerli Basın Emekçileri; Bi...

  • GEÇİNEMİYORUZ...

    İNSANCA YAŞAMAYA YETECEK ÜCRET İSTİYORUZ!#GEÇİNEMİYORUZ18.12.2021  “İşsizliğe, Yoksulluğa Hayır! Emekten, Halktan Yana Bütçe İstiyoruz!” şia...

  • İNSANCA BİR YAŞAM İSTİYOR...

    KESK'in 18 – 20 Ağustos 2021 tarihinde, “İnsanca Bir Yaşam, Demokratik, Grevli Toplu Sözleşme İçin Mücadeleyi Birlikte Büyütüyoruz!” talebiyle Batm...